Dîrok: 11, 2022, 12:47
Nivîskar: Dilciwan Helbest
Dîtin: 485
HEGER NE FEN E EW ÇI BENE
Dibêjin, zilamekî rêwingî bi rêde diçû rasta daristanekê hat ku agir ketiye daristanê de. Meyzand wa ye marek di nava agir de maye asê ji hawîrdor ve agir diqedime, kuf kufa mar e bi vir de diçe agir e û bi wir de diçe agir. Hin bi hin cîh lê teng dike! Zilam fikirî got, welahî ezê vî marî ji vê dojederê xelas bikim. Ev jî xêre, qencîkike. Zilam darekî dirêj anî û dirêjî mar kir, mar bi darê wî ve bi hewa ket heta ku gîha stiwê wî û xwe li qirka wî pêça. Devê xwe kire bin guhê wî de! Zilam Got:
“Kuro maro tuyê çi bikî?” Mar got: “Bira wela ezê bi te vedim! Zilam got, malmîrat bi ser vê qas qenciyê de tuyê çawa bi min vedî? Mar got, bira qencî mencî nizanim, heqê min bi insanan re heye, ezê bi te vedim!” Zilam got, niha tu bi şirîet nakî? Mar got, belê ez bi şirîet dikim, lê ka emê şirîetê li ku, li cem kê bikin? Zilam got: “Emê bimeşin bi rê de em bighine kê emê şirîeta xwe li cem wan vebirin.” Mar ji got, bila.
Biryara xwe wilo dan û meşiyan heta ku gîhane rovî kî li devê rê de, gotine rovî “Em hatine cem te şirîetê.” Rovî got, çi şirîet e? Zilam jê re mesele tevî got. Rovî ji wan re got : “Şirîet bi vî şêweyî nabe, divê mar xwe berde xwar li wê derê xwe bike kofendîl û tu jî li ser çoka di cîyê edebê de bisekinî incex hingî ez karibim şirîetê bibirim?” Herdûkan gotin, temam, mar xwe ji sitûyê zilam vekir hate xwar li erdê bû kufendîl. Zilam jî li serçoka sekinî, rovi gote, zilam “Ma ew çiye di destê te de?” Zilam got: “Dar e.” Rovi got: “Ma ew çi ye li ber te.” Got: “Mar e!” Rovî got, de bîst û çar daran bi reqema stûwê wîve dara, ma qey tu nizanî ku ji bav û kala de neyar e?” Heman zilam bi daran bi mar ket, terp û rep mar kuşt û jê xelas bû, bêhna wî fereh bû, Şahda xwe anî hişê wî hate serê wî !
Zilam fikirî got yaho welahî ne ji vî rovîbana wê mar bi min vedaba, wê ez kirba zend. Gote rovî : “Birakê Rovî , te rihê min xelas kir! Ka ez çi bidime te?” Rovî got: “Bira xem nake ne hewce ye min tiştik navê.” Zilam got, bira te rihê min xelas kir, çê nabe illeh ezê xelatekê bidime te!” Rovî got, “Bira madem tu dilniya dikî, de hema mirîşkike ferûçkik piçûk ji min re bîne bes e .” Zilam got, wey ser herdû çavan, mirîşk çi ye lo min digot qey tuyê tiştne mezin ji min bixwazî. Ya rihet mirîşk e, ka ez bînime kû derê ?” Rovî got: “Bira sibe bîne ha ber devê vê bestê, ku tu hatî ez li virim.” Zilam got, bila xatir pê xwest û çû. Zilam jî giha mal êvarî mesela ku hatî serê wî, mar û Rovî teva ji jina xwe re got: “Jinikê îcar min soz daye rovî, divê ez mirîşkekê bibim jê re, ezê wê mirîşka me ya sor bibme ji rovî re.” Jinik pê keniya got: “Kuro tu dîn bûyî tu mirîşka me bibe ji rovî re, te aqlê xwe xwariye, kesî mirîşkê xwe birine ji roviyan re ?” Zilam got: “Jinikê rovî rihê min xelas kir, ku ne ji rovîbana mar wê min hişk kiriba, ez sax nedimam.” Jinikê got: “Kuro ma ne rovî heywanek e tu însan î ma çawa wê ew heywan bertîla ji te bixwe ?
Dilê zilam tiro viro bû, zilam got: “Ne jinikê tu nizanî bê rovîkî çiqas mezin e beroşek goşt tê de heye, ezê tajî bi xwe re bibim û ezê mirişkê şanî bikim, wê tajî wê wî bigre, zarok wê heftekê bi goştê wî xenî bibin.” Jinikê got, rovî tajî bibîne nayê wê bireve. Got: “Ezê tajî bixime tûr de û di bin ebayê xwe de bi milê xwe ve daleqînim, rovî nabîne û ezê wî bigrim û bînim.” Jinikê got: “Ev fikra te baş e.” Serê sibehê zilam ji xew rabû mirîşk girt û tajî jî kire tûr de bi milê xwe ve kir û eba jî bi ser de li xwe kir, berê xwe da cem rovî. Giha cihê rovî bang kire rovî, got, “Rovî rovî.” Ji dûr de rovî got, bira ez va me. Zilam got, bira were va min mirîşk ji te re aniye!” Rovî bêhna tajî kir, got: “Bira mirîşka min deyne wir û oxir be ji te re.” Zilam got, bira were ez te maçî bikim, em birakê hev in. Rovî got: “Bira ne hewceye mirîşka min deyne wir û here.” zilam got, bira ma qey tu li min amin nabî, em birayê hev in? Rovî got: “Bira heger ne fene bi milê teve ew çi ben e ?”
Zilam fêm kir ku rovî nayê hema tûr ji milê xwe daxist û tiliya xwe bi rovî ve kir, got, rovî rovî , heman tajî êrîş kire rovî rovî jî bazda çû kete qulê de. Rovî di kulê de got, wey wey însanê serreş min ewqas qencî bi te kir te çi xayîntî kire dewsa wê de? Merev bêbextîyan ne li îsan û ne li heywan a nekê. Ji bêbextî pîstir tune ye. Dilciwan
DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha
11, 2023KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa
14, 2023MANTIK SÊWIRÎ Û HELWESTÊ GELÊ KURD LEWAZIN. Ku hinekan tiştekî xweş gotın û li
31, 2023. KURDÎSTAN TIM BIHAR E Erê Kurdîstan e û her tim bihar e, Bo çî ê m
1, 2023EY GELÊ KURD MA HÛN WISA KÛR Û DÛR NAFIKIRIN? Bi fikirin û bi pûnijin, hest &u
4, 2023