Nısébina bîna bé Xwedi

Dîrok: Hêzîran 10, 2021, 10:22

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 531

Nısébina bîna bé Xwedi

NISÊBÎN WAREK DEWLEMEND Û BÊ XWEDÎ!

Wexta ku nivîskar rahişte pênûsê divê tirs û xwof pêre tunebê her rastîyê bi nivîsê û xetê rast û bi şan û şeref binivîsê. Helbeta wê nel hesabê hinaka jî bê, lê dawî rastî li ser bingiha rast di rûnê di sekinê. Bê bûyer çawa qewimî û bi çi şêweyî çêbû û derbas bû divê merev bi wî şêweyî bi nivîsê. Xwilto pilto nabê wesfê hina bidê û hina kêm kê nabê. 

Nisêbîn’a bê xwedî me gelek caran bahsa vê bê xwedî tîya nisêbînê kirîye û dîsa jî emê bêjin. Helbeta pêwîstî û hewcedarî dikê heta ku em dibêjin. 
Ezê li ser rewşa nisêbînê ji pêncî salî û virde binivîsim. Berya pêncî salî yanî berya 1970ê berê xwedîyê Nisêbînê kîbûn û Nisêbîn bi çi karî bû û di çi rewşê de bû?  Xwedîyê Nisêbînê bajarî yê Ereb bûn. Heger hinek wekî mala Kermo zêdegavî dikirin û hinek wek Bahrîkê qeşmer henek û menekê xwe bi gundîya dikirin ew jî  ji ber ku gundî bê xwedî bûn! Lê insanê baş jî hebûn wekî Mala Gozê, mala Gelmedî, Mecara, Mongan û Aslanler hebûn.  

Belê wî wextî dîsa huzûr edeb û pîvan û mişar û mişwar hebûn. Nisêbîn rengîn bû Nisêbîn li Tirkîye wekî Prîsê bû. Cîyê eborî û bazirganî bû, cîyê geştyar û karwana bû. Bi dûv van dîrokan re ji sala 1970 û pêde Kurd bi ser Nisêbînê de herikîn bi cî û war bûn li Nisêbîna rengîn. Nisêbîn ji destê bajarîya der ket desthilat darî kete destê Kurmanca de. Beledî ji Ereba sitandin Esnaftî û bazirganî îhale îş û kar tev ji dest bajarîya girtin. 
Ev tiştekî baş bû ev ne xerab bû, lê ku bizanîba vî îşî bi edalet û kural û qaîde û camêrî bimeşênin. Lê cahîlbûn nizanîbûn îş bi meşênin ku çav li pera kirin xwe winda kirin, nizanîbûn dûvre sezaya gendelîyê heye jê fê ne dikirin.

Nisêbîn kirne geremol wekî zemanê li gunda berberî dizî û xerakirin bahdilandin. Ewan nizanîbûn xizmet û îlim û edebyat û pêşveçûn û ku cî û warê xwe xweş û geş bikin, bikin bax û buhuşt ku ji Amerîka geştyar werin reklama Nisêbînê bidin.  Ev cî û warê dîrokî, hem bej û hem av çol û çiya bax û bostan rez û dahl ajalîya dorhêlê dewlemendîka gelek xwirt bû, lê mixabin tev xera kirin! Ji ber çi xera kirin? Ji bê xwedîtî xerakirin ev nav çeyê dora Nisêbînê ku hene wekî Kiziltepe, wekî Midyadê, yanî gelek cî hene ku em bêjin bi xwedî bûn diz û nijde vana nikarîbûn xerakin.

Xwedyê Nisêbînê jî hebûn heger lê xwedî derketibane wê xwedî hebana lê mixabin li xwe û nisêbîna xwe nebûne xwedî. Ji ber ku li Nisêbînê nebûne xwedî ti rûmet ji wan re jî nema û ji gelê Nisêbînê re jî huzûr û rihatê nema.  Xwedyê pêşî ku li Nisêbînê bûbane xwedî kîbûn? Ê gelek nizêk û karîbûn Nisêbînê bireve bibin Malbata Mala Hemo bûn, maf ê wa bû lê mixabin pêşî pev ketin û dûra bi derdorê xwe ketin gelê derdora ji xwe dûr xistin û ji xwe tirsandin bi zalimî û mêr kujî hatne naskirin. Hatne wê rewşê ku ancex xwe bi parêzin nema karîbûn gelê Nisêbînê bi parêzin.

Bi dûv Mala Hemo de ê nêzik kî bûn? Bûnisrîn ne, lê mixabin Bûnisrî nepêbûyî ne û navê wan bi lîdertî nehatiye der. Ew bi dahl û rezê xwe ve mijûlin ji bela direvin bêşa xwe didin û serê xwe na şikênin.
Bi dûvre kî nîzêkin?  Omerî ne, lê mixabin Omerî ya jî pêk nanîn bi serneketin. Ji ber çi bi ser neketin? Ew jî rêberîtîya wan Eşîrtîya Atmankî û Mahmotkî bû başke şikil û şewyê sîyasetê nizanîbûn. 

Dura nêzîk kîne? Bûbilanî ne, lê ku ne hinek wekî min di nivîsê xwe de bahsa Bûbilan ya bikim nav û nîşanê wan li ser tewlê nînin. Ev tine ne wê çi rêberîtîya Nisêbînê bikin? Ê pênce mîn kîne Eşîrê nêzik? Çomera ne Çomera xeberke Tirka heye dibêjin:  “Köy kurnazı, bi Kurdî gundîyê li ber veketî, ev şahsi çıkarcı berjewendiyê yek kesî bûn zanîbûn ji xwe re bidne hev. Lê ew xizmeta bi tevahî ku gelê heremê tev sûdê jê bigrin ew rêzdarî û ew qabîlyet Xweda nekire kismetê wan. 
Qada şer û sîyaset bazirganî û rêberî tev ma ji kê re? Ma ji Elo û celo û kum bi qul re!  Pêşî emê bêjin Torî yê ku perwerda wan a dîzî û kuştin û talankirin birîna reza û şewitandina bêndera bû. Ka evê çawan îdara welatekî gelekê heremekî bikin? 
Dûvre Botî yê kut ev ji ber zilmu zor û bêşa axa yê Bota revîbûn, wekî gayê ku ji ber gêrê bi filitê. Ka ewê çi xizmetê bikin ji vî gelî re? Dûvre Elîka ê ku ji ber zumla axa yê Cizîrê revîbûn perwerda bi koletî bû. Yanî ev celebê xilbe me gotin ê piçûk pirin go em bêjin xelas nabin…

Em werin ser dema nihaka ka wê Nisêbîn çawa bê?  Îdarî û eborî tevger û xebat bi hev re jiyan wê çawan derbas bibê? Ev jî gelek zor e bajarekî ku xera bibê gelê wî bajari tar û mar bibin, ji hevdû gir û kînê bigrin, bahwerî û hêvîyê wan bi hevre nemên in îş gelek zor û zahmet e. Dijmin nema dihêlê ku ev gelê heremê ji nûve lev vegerin û bi hevre bîr û bahwerî yê çêkin ew nema wan derfeta didin.                          












Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020