Dîrok: Gelawêj 22, 2020, 9:27
Nivîskar: Dilciwan Helbest
Dîtin: 1044
ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê gelek ji gunda jî di tirsî. Şaşek da bû serê xwe, û tezbîhek da bû destê xwe. Got: “Ez herim hecê da ez bixwim wê mirîşka Xecê. Gîha gundekî ava, go sergokek li nava. Dîk û mirîşk diçêrîn, û sa jî di bin çavan re lê dinerîn. Gîha texma wan, silav kir li ser wan. tezbih hejand û hêstir rijand. Got: “Wa birayê mele dîk ne va mirin hat nêzîk. Şert ne ewe tu bang bidê, wer da em herin mala Xwedê. Dîk got: “Birayê rovî min jî wekî te heç divî, Lê belê tu zilam lewendî, gelek bi hîle û fendî. Gelek di tirsim ji te, û ewle nabim li bextê te. Gelek caran te em xapandin, te em xwarin, ji hingî de em şiyarin. Rovê got: “Ew bûrî çû xwe kar bike were ji nû. Em bûne birayê mueyed, navê min bûye hecî Mûhemed. Sund dixwim bi zêdan, ji wê riyê bûme poşman. Dîk rabû da pey rovî, berê xwe dane tevî. Kewek li wir dixwîne, rovî ber çava dibîne. Silav kir li ser, tezbîh hejand li ber. Kew silav veda, rovî berpê çû kew fir da. Rovî got: “Wa feqî , tu çima dibî şeqî, Ezim hecî Muhamed her çî bom in bûye meded. Ne gu tu vedgerînê silavê, wer da em herin tewafê. Kew got: “rovî bi şaşik, j ite dibim bi şik. Rovî rabû girî, tezbîh girt û kir du kerî û kew lê dinerî. Got: “ Ez bûme guneh kar, min tobeye ji wî fêlê par. Bi wê Qur ana ku tu dîxwîne, ew her bûrîn çûne. Jevre gotin, çend galegal, rovî jî pêre bû heval. Gîhane aveke ser jêre, ordek li ber çem diçêre. Silav gir li wê jî, bakir go wa bê mêjî. Got: “Bira tu Seyîdî, tu li vir çi dikî qey tu xeyîdî? Tu zuryeta Resûlî, hewqas bê usûlî. We da em herne Medînî, da tu cidê xwe bibînê. Hêvya me bike ji Rebê wî, em xwe bavêjin ber derhehê wî. Belkî em efû bibin teve, ême her ger û gefe. Ew ordek jî pêre meşî, rovî çûyê bi dil xweşî. Li wan bû êvar, dîtin qulek gurover. Têde civîn, tevde kente nivîn. Rovî got: “Ez bûme gunehkar, lazime bibme nobedar. Rovî nobet li wan girt, devê qulê li wan girt. Nîvê şevê dibûrî, dîk ji xew rabû kûrî. Dabû banga Xwedê, rovî go çiye tu didê. Bang ewe siharê, tu vê şevê dikarê. “Mela bike bi şirîet, bi rastî bê şibhet. Mela rabû jêre got, dil û cergê wî bûne sot. Serê dik firand, di paşya qulê de hiland. Giha serê siharê,kew ji xew rabû hinekî dixwînê, ji Quran û yasînê. Rovî go çiye edet? Tu Quranê dixwînê xelet. Feqe bêje bi rastî , ne cîm lam û mîm bi qestî. Feqe çawa kir, ji tirsa feqîro xelet kir. Serê feqî jî firand, di paşya qulê de hiland. Ma Seyîd ma rovî, Seyîd ji tirsa nanivî. Rovî bakir wa Seyîd, vaye hat eyîd. Ka kitêbê deyne ber xwe, bêje, j imin re bêje eslu pesnê xwe. Bêje bi temamî, tu Seyîdî an tu amî? Seyîd go, rovî tu pir şaşî, tu hewqas dev belaşî. Min hebû birakî j imin biçûk tir, wî aslê min bi xwe re bir. Belê ya hecyê delal, rabim herma mal. Ez bênim birakê xwe, û eslu du şahdê xwe. Rovî go, her bêne, lê gelek nemêne. Seyîd go, hecî ser çava, mala te pir ava. Seyîd rabû bi rêket, ji bask û pera ber bê ket. Serê çiya gîha yekî nêçîrvan, pêre hebûn du tajîyê pêhlewan. Ordekê qirda, tajî ir da. Da pêşya tajî û di mermilê, heta ku herdu anîne devê qulê. Seyîd bakir wa hecyê delal, va ez hatim ji mal. Go, hecî ma te çi xwest ji min, va aslu du şahdê min. Rovî go, na nehewceye, aslê te pir tazeye. Seyîd go, wa hecyê timle zer, pêwîste ku tu ji qulê werê der. Rovî go, ez sûnd dixwim bi zêdan, ku wekî te nînin esilvan. Go nabê çareser, divit tu ji qulê werê der. Rovî maye bê mefer , hêdî hêdî ji qulê hate der. Tajî êrîş kire rovî, lê heta ku ji rovî hat ew revî. Heta ku ro çû ber ava, devê tajî li nav çava. Rovî girt û xwar, Seyîd xelas bû ji nû bar. Seyîd sîyaset çêkir, hişra rovî rakir. Çiqas rovî kir hît û fît, lê bi ser neket,serketî bû seyîd. Zanebûn ji aqile nej daxwaza dile. xxx CEGERXWÎN
DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha
Gelarêzan 11, 2023KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa
Sermawêz 14, 2023MANTIK SÊWIRÎ Û HELWESTÊ GELÊ KURD LEWAZIN. Ku hinekan tiştekî xweş gotın û li
Sermawêz 31, 2023. KURDÎSTAN TIM BIHAR E Erê Kurdîstan e û her tim bihar e, Bo çî ê m
Gelarêzan 1, 2023EY GELÊ KURD MA HÛN WISA KÛR Û DÛR NAFIKIRIN? Bi fikirin û bi pûnijin, hest &u
Sermawêz 4, 2023