Dîrok: Hêzîran 18, 2020, 9:50
Nivîskar: Dilciwan Helbest
Dîtin: 740
MÎREKÎTÎ YA KURDA ÇAWA TÊKÇÛ? PÊŞÎ Xweda Kurdê netewparêz pi parêzê û bi teybetî malbata Barzanî, Xweda wan tucarî kêm nexê ji serê Kurda kêm nebin. Înşeeleh wê her wextî Barzanî xwedî netew û rûmet bin û ew xaîn welat firoş wê pîs û rezîl bin. Cardî Pêşî em bêjin, (YNK û PKK û GORAN) ev tevan dizê qulekê ne, di yek rîyêde bûne diz, li ber Berzanî veket ne, bûne qilawiz ku lingê wî ji rê bişepiz! Li ser vê mijarê hinekî bahsa Osmanîya û Mîrekîtîyan Kurda ezê binivîsim. Hîn ew teqtîqê ku li mîra kirin,nihaka dixwazin aynî wan dolaban li Barzanî bigerênin. Berê li welatê Kurda Mîrîtî hebû, wan mîra gelê Kurd îdare dikirin. Li gor şertê şerîeta Îslamê û hinek jî li gor ûrf û edetê Eşîran û welat dimeşandin. Perwerde di medresa de dixwendin bi Erebî û hinek caran li herem ne, bi Kurdî jî di nav Erebî de hebû. Ew mîr nîv misteqil bûn ji derve hinek girêday Osmanîya bûn û hinek beşek piçûk girêdayî Sefawîyan bûn, yanî bi Persa ve girêdayî bûn. Edaleta mîrekan jî li gorî gûltûra gel bû, bi zimanê xwe di axivîn û dain û sitandin bazirganî dikirin. Cil û bergê wan, mêvandarîya wan, cot û cobarîya wan, govend û dîlan tev bi Kurdî bûn. Daçê wan tev ê wan bûn, ne ê biyanîyan bûn. Ew mîrîtî hebûna Kurda bû. Heçî mîr tev xwende bûn, ne wekî axa cahîl bûn! Dest hiladarîya wan jî beşekî baş berfereh bû, xwedî hêzbûn, xwedî dîwan û wezîr bûn, xwedî hesab û kîtab bûn, şêwirmendê wan hebûn. Ev hezar salî bi vê azin û sazûmana mîrîtî berdewam kir. Osmanî Împaratoru nikarîbûn li gorî dilê xwe zordarî li gelê Kurd bikin û bacê ji wan bistînin. Bace distandin ji sedî bîst ancex didan. Osmanî fikirîn û bi şêwirmendê xwe şêwirîn “Em çawan van mîrê Kurda ji holê rakin? Di dema Mamud ê duyem de 1826 de. Tabî ji holê rakirina mîra ne hesan bû. Mîr hêza wan hebû bi zane bûn jî, destê wan hinekî dirêj bû. Aqil nasê Osmanîya hebûn ê ku di nav gelê Kurd de jiyabûn rêç û rêbazê Kurda zanîbûn, ewan şêwirmenda gotin: “Pêwîste ku hinek ji wan Kurd li pêşberî wan rabin, lê naxwe em nikarin mîrîtî ya Kurda rakin. Sîyasetmedarê wan fikirîn em bakin kê, nebakin kê? Di herema Kurda de çiqas axa, ê ku gelekî cahîl xedar kîne ban wan kirin, dawetî Sitenbolê kirin. Li Sitenbolê herekê kumekî sor bi gulik dane serê wan û terfîke henekî bi wan ve kirin , Patîşah gote wan : “Hûn Paşayê min in, hûn çi dikin li herema xwe hûn serbestin, hûn kê talan bikin hûn kê bikujin, ben di destê wede ye! Ew axa ê cahîl û eşîran wan dewletê bi hev re êrîş birne ser serê mîra, heta ku mîr ji nav birin. Wexta ku mîr ji holê çûn neman Kurd mane wekî pezê bê şivan, bê ser û ber. Faris û Tirk û Ereb bi nav vî gelê Kurd ketin, ê kuştin ê talan kirin, sergom kirin heta dema M.Mistefa Barzanî. Malbata Barzani’ya li gelê Kurd bûne xwedî li heq û huqukê wan pirsîn, dengê xwe birne dinyayê, xwe û gelê xwe bi navnetewê li dinyayê dane nasîn. Tirka û Farisa û Ereba çewçizîn bêht kete dilê wan. Evan hersê netewan ban hev kirin, em çi bikin? Kemalîstê Tirka APOCÎ çêkirin, Farisa YNK û GORAN çêkirin. Pera didine wan û habiha tûjika diqûna wan dirakin, ji bonî ew tiştê ku Malbata Barzanî ji gelê Kurd re bidest xistine, bi bedelê giran biha ev sed sal ku xwîna xwe dijêjin, xwe feda dikin ji bonî azadîya gelê Kurd, heta ku Federal bi dest xistine. Lê mixabin û sed mixabin dijmin van welat firoşê nav Kurd wan sîr didin dixwazin ku ew tiştê ku heyî jî xera bikin. Bira dilê dijmin bi merev naşewitê, ku bênamusê nav merev de jî pirbin gelek zore, jiyana bi azadî nihaka di xeterê deye! Wexta ku leşkerê dijmin dinava mere de bin îş gelek zore. Ev dijminê veşartî ji dijminê dîyar bi gelekî metirsîdar tire. Heta ku ev gelê Kurd tirsonekî bê newêribê newêribin xetayê hevdû bêjin wê roj bi roj bihelin, heta ku kes sûçê xwe, xetayê xwe qebûl nekê, Kurd wê roj bi roj helihin wê ji nav herin. Bi çavê xwe dibînê xaîntîya pêşîvanê xwe, newêrê bêjê tu nersatî xaîn ji pêşya me vekşe. Wekî kora pey wan xaîna de devam dikê! Wexta ku heta nihaka hûn welat parêz û welat firoş edû qewma ji hev nasnakin dev ji xwe bedrin koletîya xwe dewam bikin. Ew malbata Telabanî tajjîyê Îranê ne, Îran nêçîra Kurda bi Telebanîyan dikê. Eynî dola kûçikin, kûçik tu bi keviran lêxê tu çi diserê wî bikê ku bankir kudî- kudî gir gir tê dûvê xwe dihejênê. Ev dola pîs jî tuxmê kûçka HZ Nuh Peyxemberin! K u di qurûş perê dibînin ji wan peran pêve tişkî din nizanin. Ev derdorê Kurdan jî bi wan xaîn milletan elimîn e, bi wan derba li Kurda dixin! Ma ji îro û duh veye, na hîn ji dema Şêx Mahmud Berzencî û Mele Mistefa Barzanî û heya îro ev xaîntî berdewam e. 10.5,2020 Dilciwan
DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha
Gelarêzan 11, 2023KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa
Sermawêz 14, 2023MANTIK SÊWIRÎ Û HELWESTÊ GELÊ KURD LEWAZIN. Ku hinekan tiştekî xweş gotın û li
Sermawêz 31, 2023. KURDÎSTAN TIM BIHAR E Erê Kurdîstan e û her tim bihar e, Bo çî ê m
Gelarêzan 1, 2023EY GELÊ KURD MA HÛN WISA KÛR Û DÛR NAFIKIRIN? Bi fikirin û bi pûnijin, hest &u
Sermawêz 4, 2023