HEBÛN Û TINEBÛN A ZIMAN

Dîrok: Gelawêj 26, 2023, 1:39

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 283

HEBÛN Û TINEBÛN A ZIMAN

HEBÛN Û TINEBÛNA MEREV Û ZIMANÊ MEREV! Mın ev çap kır Hebûn û tinebûna merev di destê merev de ye. Heger merev qedrê xwe bigrê nirx bidê kesatiya xwe, wê der û dor û biyanî jî wê nirx bidin merev. Lê ku merev ti qîmeti nedê xwe hema merav bi dûv biyanîyan de bi gerê wekî kûçkê dûv şivana, wî wextî wê kî nirx û değer bidin merev kes merev di ciyê gela de na jimêrin, hesabê merev di nav hesaban de tuneye! Îca birayên delal heger me Kurda qîmetê zimanê xwe girtiba û nirx daban vî zimanê Kurdî wê zimanê Kurdî dewlemend wê bi qîmet bûba. Em evê ku li ser feysbokê û Îstekramê û wehsp me tevan bi Kurdî nivîsîba wê zimanê Kurdî zindî bibê ê ku nizanin jî wî fêrbibin. Temamê xort û keçê Kurda wê fêrbiba na. Li ser înterneta name û peyam û pêşniyar ji hevre bişanda wê wî wextî Kurdîstan li ser linga ba û zindî bû, me karîbû em bêjin Kurdîstanek me heye, em dawa doza zimanê xwe di Lê mixabin nivîskar û xort, keçê Kurda tev bi Tirkî dinivîsin Çanda Kurdî arzan dikin zimanê Kurdî bê qîmet dikin, navê Kurd û Kurdîstan dikin e wekî zibil ev kêmasîyeke mazine ji Kurda re! Heger hûn hewqas aşiqê Tirkî bûn emê hêdî, hêdî bûbane Tirk. Ê yabo ev kuştin û girtin û talan kirin heps û zîndan ev ji çi bûn? Ka bêjin ev ji bo çi bûn vê bersivê bidin. Hewqasî xwe bê qîmet nekin bi Kurdî binivîsin ma hûn kêmî kîjan netewê ne? Ew gelek şerme ku hûn bi zimanê biyanîya xwe bi difre dikin û forsa dikin eybe kuro. Bi zimanê xwe Î Kurdî serbilind be, bi zimanê xwe difrê bike, hingî lê hêjaye. Hûn çi forsê xwe bi zimanê xelkê dikin? 26.8.2023. Dilciwan


Parve bike:

Gotarên Navdar

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

KURD SERKUNDIRIN

KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa    

Sermawêz 14, 2023

MANTIK

MANTIK SÊWIRÎ Û HELWESTÊ GELÊ KURD LEWAZIN. Ku hinekan tiştekî xweş gotın û li   

Sermawêz 31, 2023

KURDİSTAN TIM BIHARE

. KURDÎSTAN TIM BIHAR E Erê Kurdîstan e û her tim bihar e, Bo çî ê m   

Gelarêzan 1, 2023

Ma Hün kür nafıkırın

EY GELÊ KURD MA HÛN WISA KÛR Û DÛR NAFIKIRIN? Bi fikirin û bi pûnijin, hest &u   

Sermawêz 4, 2023