Nivîsek name.

Dîrok: Pûşper 31, 2023, 7:06

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 180

Nivîsek name.

 

NIVÎSEK KURDÎ 
Bi Kurdî hatiye nivîsandin pêwîste hûn bi Kurdî bixwînin!

Miletê ku dijminê dînê xwe bê, dijminê namusa xwebê, dijminê ziman û geltûra xwe bê, li dijî dewletbûna xwe bê û qatilê bav û kalê xwe bidê pêşya xwe bikê rêberê xwe, ma wê çawa ew milet bi serkevê? Tabî wê robiro bihelê û ji nav herê!
Ew gelê ku tucarî rexne qebûl nekê, pêşniyar û şîrove qebûl nekê û bêjê her ez û ne tukes, tişkî jî bi dest nexin her û her gelê xwe û axa xwe winda bikê û ji ya xwe jî neyê xwar, ma wê çawa xêr di wê riyê de hebê. 

Şivanê ku xaîn bê pezê xwe bidê diza, (kûçkê ku bighê gura) bi gura re pezê xwedîyê xwe bixwê, gelek pêwîste ku ew şivan û ew kûçik bêne terk kirin.
Ewê ku dibînin û bê dengin, ewê ku bi wan re civîn û biryara didin berdewam in ew jî şirîkê wan in bela xwe jê neşon. Ewê mi çi jêwo jî xwedyê wî gunhî ne. Hinek wekî pezê koçera ne, hinek parîxwerin, hinek henekê xwe bi xwe dikin. Ku merev barhilgir bê  helbeta xelkê bara li merev bikin.
Nebne barhilgir bibne kihêl û rewan, nebne tirî, bibne serî, serîkî bi sttreh ku hûn karibin poşne li xaîna xin! Ne rok û ne hefte û ne heyv û ne sal derbas bûn. Ku robiro zarok mezin dibin bi aqil dibin nema wekî berê xeletîya dikin, Lê hûn roboro xerabtir dibin,  kuro em bi çavê xwe dibînin ku li seyrangeh û li sûka li kolana û di malêde jî, hûn bi zimanê dijmin bi zarwê xwe re diaxivin.     Ma hûn çi difikirin hûn kê dixapênin? Belkî bawerya we bi Xweda nebê hûn ji Xweda natirsin lê ma hûn ji însana jî fedî nakin? Fedî bikin şerm bikin bese îdî bese. 







Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

KURD SERKUNDIRIN

KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa    

Sermawêz 14, 2023