Article

Helbest

Dilciwan Helbest 508 Reading

MALA MÊRAN Keko ez dixwazim ku ewê camêr, Her tim tevan bibin fêris merde mêr, Bibin lehengê welat , egîd û şêr, Bela nebin wekî merdalê bê xêr. Tim hebin li qada wek pêlewan e, Dengê xwe bilind bikin bê, em vane, Bêjin em tevan nûnerê Kurda ne, Her, ji mafê Kurda re em fedane. Ku li dinyayê mafê me tune bê, Her wextî elba dijmin her tije bê, Hewar û gazî li dev deryê me bê, Em berçî, nanê tisî xwarna mebê. Her û her bi belengazî binalî, Mirin gelek xweştire ji wî halî, Wê çawa zaro rabin bi delalî? Nizanim, em xwilam anî navmalî. Em berê tovekî himbiz li lerx Tirk, Lê Tirk Ereb û Faris em kirin firk, Li me nobedarin bi xwilek û çirk, Xwîna me dixwin wê biçirin bê tirk. Ne wûjdan û ne têrxwarin qet nîne, Gelo, ma ew dayîkî wana kîne? Ma keçê asîlin, na esil nîne? Ewin, ji wan dêlê gurê sipîne. Wele em wan qenc nas dikin bê kîne, Lê mixabin ji me re xwendin nîne, Wexta newal xalîbin rovî walî ne, Miftî û Qadî tev çêlîkê wî ne. 9.1.2023. dilciwan

Comment