TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketinê ji demê derbas bûyî bi gelekî xerabtir e. Kurd ketine teqanekê ku têde xerq bibin û heya wan ji wan tuneye! Çepê Tirka beşekî mezin ji Kurda ji xwe re kirine tajî yê nêçîrê. Kurda Çepê Tirka Kemalîst ji xwe re kirine bav û bira. Kurd nîvî ji wan ji cî û warê wan koçber kirin, berê wan dane Anatolya, ji xwe re kirne kole, wan di qeboya de bi nîv heqkî dixebitin. Ê li welatê xwe Maine jî, bi wan re bi Tirkî diaxivin propexendê wan tev bûne bi Tirkî, zimanê wan bi wan dane ji bîrkirin, namus anîne sifrê, dîn jî bi nîvê kirine, li ser dixebitin wan ji dînê wan jî dûr bixin, malikê liwan xera bikin. Li ber vî gelê Kurd telîkke gelek xetere û herî metirsî vedane, hindik maye ku Kurd bikevne wê telîke de! Gîhane devê kemînê bîra bê binê ku ketnê de xerk dibin, hem li dinyayê û hem li axîretê di petixin. Ku ziman çû her tişt xelas dibê tişt di destê wan de namînê, namus ku çû şeref ku çû dîn jî wê herê, ji xwe dîn û namus peve girêdayî ne. Ziman û dîn û namus peve ne, a sereke ziman e duyem dîn û namus. Girîngî û hebûn e gela ev hersê ne, ku ev hersê çûn petax û îflas evin ! Kemalîsta namus û dîn bi beşekî Tirka jî dane winda kirin, lê ziman û kûltûr nexşeya wan zêde kirin. Gelê Kurd beşekî mezin kerr û kor bûne û lal bûne; bi çavê xwe dibînê û çavê xwe miç dikin, bi guhê xwe his dikin xwe ker dikin. şeref û namus bin pê dibê tamûl dikin. Tişkî xerab di mîjîyê vî gelî de şîn bûye mîjî hetîye guhertin, rastiyê qebûl nakin, bi rexne har û dîn dibin, her kes ji xwe qaîle û ziman dirêje û bê fiêle, ne şîret û suhbet li wan nabê. Tu çi bêjê wan dibê, ez zanim ma tu şîreta l imin bikê, ez her tiştî zanim. Halbikî hûn tiştî jî nizanin, ne rabirdûyî xwe û ne pêş roja xwe nizanin. Bo çî nizanê? Ewê ku ji xwe re kirine rêber hebûna wan bi wan didê ji bîrkirin. Ew gelê ku rabûrdûyî xwe nizanibê nekarin pêşeroja xwe jî ava bikin. Ewê ku bi zarê xwe ne axivê û bi zarê xwe nenivîsê û bi zarê xwe ne xwînê ew kes kuka wan winda ye, wekî bîjîyê bê dê û bê bav dibin. Bira nexeyidin ê ku ziman û ardnîgerîn nebê rewşa wan dibê ev. Wexta tu Kurdî çima rêberê te ne Kurde çima Tirke, ew Tirk bi zimanê te nizanê,tarîxa te nizanê, xerîta te nizanê, çanda te nizanê ê karê çi ji tere bikê? Tişkî te ku heyî jî wê bi te dê windakirin, hey korbûyo ji xwe tu kor kirine, ma heta kengî bi vî rengî?
TÛRKLAŞÎYORLAR
Dilciwan Helbest 1,056 Reading
Related articles
HEBÛN Û TINEBÛN A ZIMAN
Dilciwan Helbest
HEBÛN Û TINEBÛNA MEREV Û ZIMANÊ MEREV! Mın ev çap kır Hebûn û tinebûna merev di destê merev de ye. Heger merev qedrê xwe bigrê nirx bidê kes...
Nivîsek name.
Dilciwan Helbest
NIVÎSEK KURDÎ Bi Kurdî hatiye nivîsandin pêwîste hûn bi Kurdî bixwînin! Miletê ku dijminê dînê xwe bê, dijminê namusa xwebê, dijminê zim...
Helbest
Dilciwan Helbest
MALA MÊRAN Keko ez dixwazim ku ewê camêr, Her tim tevan bibin fêris merde mêr, Bibin lehengê welat , egîd û şêr, Bela nebin wekî merdalê bê...
EZ NIZANIM ERMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE?
Dilciwan Helbest
EZ NIZANIM ARMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE? XWE ZÊDE DIHELIFÊNIN. Lê KU BÛ ZAR Û ZIMAN LÊ NABNE XWEDÎ. KA DAXWAZA WE ÇIYE? Ku merev xeletiyê insana dib...
Comment