HALÊ KURD1

Dîrok: Pûşper 20, 2020, 10:01

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 898

HALÊ KURD1

 

KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketinê ji demê derbas bûyî bi gelekî xerabtir e. Kurd ketine teqanekê ku têde xerq bibin û heya wan ji wan tuneye! Çepê Tirka beşekî mezin ji Kurda ji xwe re kirine tajî yê nêçîrê. Kurda Çepê Tirka Kemalîst ji xwe re kirine bav û bira. Kurd nîvî ji wan ji cî û warê wan koçber kirin, berê wan dane Anatolya, ji xwe re kirne kole, wan di qeboya de bi nîv heqkî dixebitin. Ê li welatê xwe Maine jî, bi wan re bi Tirkî diaxivin propexendê wan tev bûne bi Tirkî, zimanê wan bi wan dane ji bîrkirin, namus anîne sifrê, dîn jî bi nîvê kirine, li ser dixebitin wan ji dînê wan jî dûr bixin, malikê liwan xera bikin. Li ber vî gelê Kurd telîkke gelek xetere û herî metirsî vedane, hindik maye ku Kurd bikevne wê telîke de! Gîhane devê kemînê bîra bê binê ku ketnê de xerk dibin, hem li dinyayê û hem li axîretê di petixin. Ku ziman çû her tişt xelas dibê tişt di destê wan de namînê, namus ku çû şeref ku çû dîn jî wê herê, ji xwe dîn û namus peve girêdayî ne. Ziman û dîn û namus peve ne, a sereke ziman e duyem dîn û namus. Girîngî û hebûn e gela ev hersê ne, ku ev hersê çûn petax û îflas evin ! Kemalîsta namus û dîn bi beşekî Tirka jî dane winda kirin, lê ziman û kûltûr nexşeya wan zêde kirin. Gelê Kurd beşekî mezin kerr û kor bûne û lal bûne; bi çavê xwe dibînê û çavê xwe miç dikin, bi guhê xwe his dikin xwe ker dikin. şeref û namus bin pê dibê tamûl dikin. Tişkî xerab di mîjîyê vî gelî de şîn bûye mîjî hetîye guhertin, rastiyê qebûl nakin, bi rexne har û dîn dibin, her kes ji xwe qaîle û ziman dirêje û bê fiêle, ne şîret û suhbet li wan nabê. Tu çi bêjê wan dibê, ez zanim ma tu şîreta l imin bikê, ez her tiştî zanim. Halbikî hûn tiştî jî nizanin, ne rabirdûyî xwe û ne pêş roja xwe nizanin. Bo çî nizanê? Ewê ku ji xwe re kirine rêber hebûna wan bi wan didê ji bîrkirin. Ew gelê ku rabûrdûyî xwe nizanibê nekarin pêşeroja xwe jî ava bikin. Ewê ku bi zarê xwe ne axivê û bi zarê xwe nenivîsê û bi zarê xwe ne xwînê ew kes kuka wan winda ye, wekî bîjîyê bê dê û bê bav dibin. Bira nexeyidin ê ku ziman û ardnîgerîn nebê rewşa wan dibê ev. Wexta tu Kurdî çima rêberê te ne Kurde çima Tirke, ew Tirk bi zimanê te nizanê,tarîxa te nizanê, xerîta te nizanê, çanda te nizanê ê karê çi ji tere bikê? Tişkî te ku heyî jî wê bi te dê windakirin, hey korbûyo ji xwe tu kor kirine, ma heta kengî bi vî rengî?


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020