Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

Dîrok: Adar 10, 2020, 9:13

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 1404

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

 

Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin jî, lê me hey ji xwe tuneye ku firman firmana meye. Ev hebûn û tunebûne. Hûn yekbin yek biryar bin ew hebûn. Lê ku hûn ne yek bend û yek biryar bin ew tunebûne. Ev xal li vir temam!

Ew pêlê derbas bûn ew çûn, ê mane ji ê bûhûrtî  bêhtirin ku hûn hebin.

Rewşenbîr û nivîskar û hunermendê me ku di civakê de axivîn dest pêka wan li dijî Şêx û Mela û Axa û Eşîran tiştê tewş û belevajî, tinazok, pêkenoka dibêjin! Şêx jî û mella jî û axa jî Eşîr jî û gelê din jî, ê ji rêzê jî, şivan û gavan jî qencê wan jî hene û xerabê wan jî hene. Li temamê dinyayê jî wisaye, ne ê me tenê xerab hene belki ê me zêdetirin.

Me bi a şêx û mella nekirye heger ku me bi a şêx û mella kirba şiv li guhê me nediket. Mella digot: Kuro dizîyê nekin pîse, dizî dikirin. Digotin: “Kuro hevdû nekujin gunehê jê mestir nîne, hevdû dikuştin.  Digotin : Fitne gelekî pîse, fitne dikirin. Digotin: Qelenê jina herame ji xwîna beraza pîstire qelen dixwarin. Ev tiştê pîs kirin heta ku bûne dijminê hevdû derba neyar li wan hat neyar wan perçiqandin!   

Berya her tiştî mere xwe kuntirol bikê, mere ser hesaya an na. Belkî mere ne  serwextbê. Mere her wextî xwe rast û zane nehesibînê, pêşî mere xeletî û tawanbarîya xwe kom bikê û dûra dest bi rexne û pêşniyaran bikê. Gelo ka ew rexne û pêşniyar û goter wê cîyê xwe bigrin an na? 

Her asrekî wextekî kultûrek hebû çarçoveyek hebû. Rêzan û serkêş û serpereştê wan kîbûn? An şêx bû ,an axa bû, an ser eşîr bû an Mîr bûn. Ê pêşkêş û bi hêz û aqildar ev bûn. Ê tabî hinek qenc derdiketin û hinek xerab derdiketin. Ê Qenc gelek qenc derdiketin û ê xerab gelek pîs xerab derdiketin û ew xerab ji qenca zêdetir bûn, hem bi gelek ferqê.

Wexta ku mere goter û pêşniyar an rexne gotin an bi devkî an bi nivîskî mero van tişta van bûyerê bûrî  li welat ku çêbûn hey ji wan hebê û hey ji xwe jî hebê. Çav miçkî mûşeka neberde. Erê deng jê tê, lê dûrî hedefê dikevê. Îro ha nihaka tiştê li dijî netewa Kurd birêve diçin bi xaintî ne hindikin!  Lê mixabin li gelek cîya em nikarin û newêrin wan şaşî û wan xaîntîyê wan bêjin jî!   

Îşareta vanê ku bi gelê xwe re nerastin çîye? Wexta ku mere xeletîyê wan gotin û ew xeyîdin qebûl nekirin, ew delîleke ku ew xaînin.  Çima dixeyidê bela gelê xwe qanih bikê bêjê eve, eve min ev tişt ji bonî vê berjewendîyê min kiriye li gori we xelete lê belê dawîya wê ev berjewendîya me netewî têde heye. Tişkî ku aqil qebûl bikê û bahwerî jî bahwer bikê. Wî wextî ziman jî karê bi serbesti biaxivê li ser wê mijarê.

Lê ku pêşya zanyar û rewşenbîr û şaîr û sîyasetmedara hat qutkirin metirî û bertek dan wan wê bi sekinin û lingê xwe bikêşin ber bi xwe.  Dawa netewî tişkî pir zelale veşartin têde tune nehewceye veşartî û zîvrandî ser û binî hev bikê.   Netew û ziman û nexşeya xwe  dixwazim  eva  temam her tişt bi van ve girêdayîye. Pêşî mafê xwe bixwazin hîn we tiştik ji xwe re nekirîye hûn li mafê hin din dipirsin.  Nerastî ev yek jêye.

Ev asrê bîst û yekê wê di Rojhilata   Naverast de tiştin bêne guhertin, lê mixabin hîn Kurd nebûne yek.  Ev derfeta dawîye ku ev jî ji destê Kurda bişemitê çûn av û av her tişt xelas dibê, hewar û gazî bê fêde dibin.   4.3.2020  Dilciwan

 

 

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020