MALA MÊRAN Keko ez dixwazim ku ewê camêr, Her tim tevan bibin fêris merde mêr, Bibin lehengê welat , egîd û şêr, Bela nebin wekî merdalê bê xêr. Tim hebin li qada wek pêlewan e, Dengê xwe bilind bikin bê, em vane, Bêjin em tevan nûnerê Kurda ne, Her, ji mafê Kurda re em fedane. Ku li dinyayê mafê me tune bê, Her wextî elba dijmin her tije bê, Hewar û gazî li dev deryê me bê, Em berçî, nanê tisî xwarna mebê. Her û her bi belengazî binalî, Mirin gelek xweştire ji wî halî, Wê çawa zaro rabin bi delalî? Nizanim, em xwilam anî navmalî. Em berê tovekî himbiz li lerx Tirk, Lê Tirk Ereb û Faris em kirin firk, Li me nobedarin bi xwilek û çirk, Xwîna me dixwin wê biçirin bê tirk. Ne wûjdan û ne têrxwarin qet nîne, Gelo, ma ew dayîkî wana kîne? Ma keçê asîlin, na esil nîne? Ewin, ji wan dêlê gurê sipîne. Wele em wan qenc nas dikin bê kîne, Lê mixabin ji me re xwendin nîne, Wexta newal xalîbin rovî walî ne, Miftî û Qadî tev çêlîkê wî ne. 9.1.2023. dilciwan
Helbest
Dilciwan Helbest 506 Okunma
İlgili makaleler
HEBÛN Û TINEBÛN A ZIMAN
Dilciwan Helbest
HEBÛN Û TINEBÛNA MEREV Û ZIMANÊ MEREV! Mın ev çap kır Hebûn û tinebûna merev di destê merev de ye. Heger merev qedrê xwe bigrê nirx bidê kes...
Nivîsek name.
Dilciwan Helbest
NIVÎSEK KURDÎ Bi Kurdî hatiye nivîsandin pêwîste hûn bi Kurdî bixwînin! Miletê ku dijminê dînê xwe bê, dijminê namusa xwebê, dijminê zim...
EZ NIZANIM ERMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE?
Dilciwan Helbest
EZ NIZANIM ARMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE? XWE ZÊDE DIHELIFÊNIN. Lê KU BÛ ZAR Û ZIMAN LÊ NABNE XWEDÎ. KA DAXWAZA WE ÇIYE? Ku merev xeletiyê insana dib...
İMPARATOR OSMANİ
Dilciwan Helbest
HILWEŞANA ÎMPRATORÊ OSMANÎYA ÇIBÛ? Ez ê ji wer bêjim lê şaş fêm nekin Osmanî ji xeynî kursîye xwe û Siltanetî ya xwe ser her tiştî re digirt...
Yorum