Makale

WÊ HALÊ MIN ÇAWA BÊ

Dilciwan Helbest 891 Okunma

HALÊ MIN WÊ ÇAWABÊ?

Ji min re sebrû hedan nîne xw nayê,                                                                                                                                                                                                       
  Bo çî min xêr nedît ji vê dinya yê                                                                                                                                                                                                      Hewar û gazî dikim felek nayê,                                                                                                                                                                                                                                                                        L imin bû zîndan debar qet lê nayê.

Serê sibê ez derketim min bankir,                                                                                                                                                                                                         Min welatê serhedê tevî qam kir,                                                                                                                                                                                                                      Min  dilê xwe gih sor kir û gih sar kir,                                                                                                                                                                                                                    Ev çavê belek geh şil geh ziwa kir.

Min fêm nekir ez bêmaf û bê  parim,                                                                                                                                                                                                                Her ez xerîban  reben û neçarim,                                                                                                                                                                                                           
 Pey kul û derda de bi  zarezarim,                                                                                                                                                                                                               Ez bê kesim û bê kûsim bê warim. 

Ez bi kar tînîm vî zarê pir şîrîn,                                                                                                                                                                                                                                    Bi gelê me tahle  tevî  bû nalîn,                                                                                                                                                                                                                  Ji qehrê  bû êşa dil tev  bû birîn,                                                                                                                                                                                                            
Roj bi roj winda dibin warê zêrîn. 

Me tevî hişt li hêvya van qepala,                                                                                                                                                                                                                             Xelkê vala kir hişt kervelek vala,                                                                                                                                                                                                                          Ew xaîn naxwazin bankin hevala,                                                                                                                                                                                                              
 îş nabê bi gotinek û du galgala.
16.3.2020   Dilciwan


Yorum