Gotar

WRE

Dilciwan Helbest 994 Xwendin

 

Bira  were bi aqil

Ey birayê min  Misilman,
Tu nebe wisa hîlevan,
Ez bi tere ji dil û can,
Min nefroşe wisa arzan.

Ku tu bibî  wekî  cambaz,
Ro bi ro, tê bibî lewaz,
Ezê her bibim serfiraz,
Tê bibê zertek û tolaz.

Tu nebe hevalê nemert,
Ewê bertîl xwer bê xîret,
Wê serê te bikevê dert,
Xisar dinya û axîret.

Hûn ne bûn e  wekî mera,
Hûn bûn hevalê  ewara,
Çûne ber garana kera,
Dilciwan de ka neqhera.

Ji heft jinka aqilek da, 
Xistin serê mirîşka da, 
Mirîşk niklê xwe li gû da,
Emir di destê jinka da.
12.4.2019  Dilciwan



   



WERE BIRA BI AQIL

Şîrove