DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

Dîrok: Gelarêzan 11, 2023, 7:11

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 803

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha yekî derwêş ew jî rêwingî bû bi hev re bûne heval rêwîtî berdewam kirin. Ew rêwingîyê hevl gote, derwêş ku “ Derwêş ma ev cîhan çawaye? Derwêş : “Cîhan wekî pêlîstokê ye, heger ê ku wê pêlîstokê zanibê jêre gelek xweşe wek bûhuşte. Lê ê ku wê pêlîstokê nizanibê jêre dojahe” Hinekî din meşîn dîsa rêwingî pirsî “ Derwêş ma di cîhanê de ew tiştê ku werê serê merev jê zortir tunebê ew çîye? Derwêş got: “ Ew bûyera ku were serê gelê mero û ew gel jê fêm nakê û merev nikarê bi wan bidê fêm kirin, ji wê zortir tuneye, zahmet tur tuneye. Îro divê dema mede wekî gotina derwêş hatiye serê me! Ev tiştê ku hatî serê vî gelê me û hin jî berdewame û em nikarin bi wan bidne fêmkirin ka ji vê zortir? Em a rast ji wan re dibêjin êrîşî me dikin, wê peyvê lê nahisênê na kêşê ka raste an na. Hema dicîde xwe di mero di werkin kûçkê dirinde! Îsmaîl Beşekçî bahsa ew generalê Tirk ew Tunc dikir digot: General Tunc gotîye: “ Tirsa me ji PKKê tune PKKe dibin konturola mede ye, Armanca me Barzanîye, Barzani dikê ku dewletekê çêkê di rex mede ji me re gelek xetereye, feket bîz başardik şimdî Tûrkîye de 20 yirmî milyon Kurd Barzanî alahinda kulaniyoruz! Yanî bîst milyon Kurdê Bakur li dijî Barzanî em bi kar tînin. Îsmaîl Beşikçi ev bi devê xwe got, lê ka ma kî fêm dikê , kî bawer dikê? Ev miletê me bi piranî bûne kerşeytan, bireke mezin jî serkundirin. Kum ev li kundir dinerê wilo xetxetokî çi xweşik û mezin, lê ku bi kêrê qoreqîtka wî jêkir nava wî ving û vala tişt têde tune. Serê van gelê me jî wekî wan kundira valaye. Û ew bira ku kerşeytanin kerin û şeytanin! Ji fêlê genî dizî û qewadî û xaîntî û berjewendî re şeytanin. Lê ji însanîyet û qewmîyet û hevkarî netewî û civakî re kerin. Çend hebê baş zane hene lê têrê nakin kes li wan nahisênê, wan xaîn di hesibênin. Zîtirka tavêjin rewşenbîr û yazar û şaîran, pihîna tavêjin wekî wan hêstirê şemus. Ku ez di vî gelî helwesim ez ecêbmayî dimênim. Ew xwe bi xwe înkar dikin, xaîntîyê li xwe dikin, Xwe tine dikin, kesek fêm nakê bê bi çi şêweyî mîjîyê wan şûştine? Bûne dijminê xwe û qemîyeta xwe. Wekî wan mişrikê dora Mekkehê dewra (Pêxember) çiqas şîret li wan dikir nedikete serê wan dwî Xweda wehî şîyand ku, min nedaye wan tu nikarê wan vegerênê. Min qelbê wan mohr kiriye û guhê wan kerr kirine his nakin û perde daye ber çavê wan ji bo heqîyê nebînin! Ê me jî aynî wekî wan bûne ne kêmî wane û hîn xerabtir jî tûj tund bûne. Qewmê ku dev ji zimanê xwe berda, dev ji dînê xwe berda, dev ji namusa xwe berda, ûrf û edet û çanda xwe winda kir, ji wê astê û pêde merev çi hêvîyan ji wan bikê? Hêvî di wande namînin. Ew gel wê bibne reayet ji her miletî re. Ew reayet koletî bi wan xweş tê, her gel adi ser xwere dibînin, xwe nimz dibînin.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020