Ma Hün kür nafıkırın

Dîrok: Sermawêz 4, 2023, 7:44

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 407

Ma Hün kür nafıkırın

EY GELÊ KURD MA HÛN WISA KÛR Û DÛR NAFIKIRIN? Bi fikirin û bi pûnijin, hest û ramyarên xwe amar bikin. Sîleha ku gelek tûj û dijwar ku jê bi hêztir tune ye çi sîlehe? Di dema Şêx Seîd de qatlîamê mezin kirin. Lê Kurd neqedîyan, lê çiyayê Agirê û Gelîyê zila 53e hezar insanê Kurd di yek rojêde qirkirin û gelek qirkirinê bi wî şêweyê kirin, lê Kurd neqedan din, li Helebçe kîmya baranê di pênc xuleka de pênç hezar însanê Kurd qetil kirin li Kurd neqedîyan! Ha nihaka piroseke bi şêweyekî gelek perefesyonal birêve dibin û heya hemû gelî jî jê tune. Bi vî pîlanê nihaka birêve dibin wê nêzîk ne dûr Kurd wê bi qedin, wê tune bibin. Ev proje çiye? Ev bîşaftine asîmîlesyone! Ev çepê Tirka ku ketine nava hedepê de û xwe dikine ji tewê wan Kurd serkundirin ew dibê belkî raste hij me dikin. Lê ew Kemalîst zanin bê çi dikin. Bûne mekîna asîmîlesyonê, bîşaftinê Kurda bîşaf dikin! Wê ew kêlî werê ku Kurd ji xew şiyar bibin ku wa Kurdî tî nemeye tevan bûne Tirk kesek bi Kurdî naaxivê. Wexta ku kes bi Kurdî neaxivî û bi Kurdî nizanê kî wê Kurdî tiyê bixwazê? HDP bûye qukla Kemalîsta. Ku bi vî şiklî û vî şêweyê berdewam bikê temenê Kurda man pazdeh gelek bîst sal. Wê tev jin û mêr bibne Tirk wekî laza ma laz nebûn Tirk hem jî bûne nîjadperestê Tirk! Wê ê me jî wekî wan laza wê bibine romî û rajine çeka û Kurdekî li kû bibînin wê êrîşî bikin. Lê mixabin serkundirin ji serkundira re gotin, bê fêdeye, hem jî dixeyidin van pêşniyar û rexna qebûl nakin. Ku rewşenbîrê Kurd şîreta dikin êrîş dikine wan. Lê belê em zanin bê dawî wê çi derkevê holê û afat û ecêbê mezin bi serê Kurda wê werin. Ji ber ku em di pîvin û kêl û bêjing dikin em dibînin ger û fenê me hene, em ji dawê fêm dikin lê bilûra ber gaye, çira ber koraye, Xeber kî pêşîyan heye dibê mirî nehêjaye heznê lê ê me ji me re hêjaye heznê ji me re qahre, derde mereze. Derdê mezin ew can gorîyê welatin ku xwe kirin fedayê Kurda, Kurdê serkundir ku îro dijmin wan bi kar tînê. Çêlîkê qatilê bav û kalê wan îro rêberê wane hinak didine kuştin, hinekan didine girtin, hinekan koçber dikin, ê din jî wan bîşaf dikin ê man jî wan asîmle dikin qirkirina mezin asîmîlesyone, qatlîama mezin eve heger hûn fêm bikin bese. Îca êşa ji her êşê zortir eve ku em nakirin rastiyê bêjin, rastiyê qebûl nakin û êrîşî merev dikin dibêjin hûn wekî me bibne xaînê xwe! Ma çawa emê bibne edû qewmê gelê xwe? Êvarê di sibê nafikir in aqilê wan di çavê wan dene, û gelek hij derewan dikin. Êvaran heya sibeha derewan berhav dikin, kom dikin û serê sibeha radibin û belav dikin! Lê belê ji derewan re gelek pisporin , özmanın.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020