KURD SERKUNDIRIN

Dîrok: Sermawêz 14, 2023, 8:35

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 515

KURD SERKUNDIRIN

KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa xweşik û xeto- xeto lê ku merev qoreqîtka wî jê dikê kuwarek vala ji sê dendika pêd titişt têde tune. Serê Kurda jî wekî wan kundira vala ye. Gelek xwe diedilênin û qerewatê girêdidin lê vala ye. Ezê niha mînakê ji we re bêjim, Herba cîhanê pêşî mezin û lîderê dinyayê Îngilîs bû, dudu Ferensa bû, sisê Îtalya û Rus bûn. Osmanî Împaratorî hilweşandin Osmanlî mirin ew miletê ku dibin dest hilatdarîya Osmanîya debûn tevan bûne hevalê Îngilîsa û Ferensa teva bûne xwedî dewlet. Lê mixabin Kurda (ew termê Osmanî î mirî kirin tûrekî de li nav pişta xwe kirin) diku îlle emê Osmanî sax bikin heta ku malik li xwe xerakirin! Nihaka jî eynîye Kurda heştê millet wekîlî birne miclisê, ê desthilatdar Erdoxan bû dibêjin e, erdoxan: “Em tenakine başqan û em bi te re nabne şirîk ser masê narûnin!” CHP qatilê bav û kalê Kurda ye, evê nihaka çêlîkê wan qatilê bav û kalê Kurda ne. Îro halê amade tişt di kûna CHPê de nemaye Kurd diçin li ber CHPÊ wîs-wîsê dikin ma neşerme? Tiştik di destê CHPÊde tune ku bibî Îktîdar jî nikarê tişkî bidê Kurda. Ma we nedît bê Ûmît Özdax çi bazar bi Kilîç Daroxlu re dikir ma we nedît şertê wî tevan qebûl kirin serkundirno. Hûn bi benê zeîf tayê xav digrin ji xwe wê biqetê hûnê bikevne binê bîrê de. Ewê karibê tişkî bidê we, di destê wîde hêz û bandor heye xwe bi wir bigrin. Îca ezê a dawî ji wer bêjim heta ku hûn jî wekî Tirka nebne nîjadperest û netewparêz û Kurdewar hûn titiştî bi dest naxin vê qenç bizanibin. Demokratîk-memokratîk ev tiştê ku bingihê wan betal bûne ev nemane, hêlîna wan tişta hilweşîya ye hûn dîsa wekî termê Osmanî li pişta xwe dikin aqil bigrin bese. Bes xwe biecibênin xebat û îcraeta we li qadê diyare, Xeletî û şaşîtîya xwe bi pejirênin, nebne eksê qels dew xwestin û kodik bi şûnde nabê, wekî mêra bêjin em partiya Kurda ne em heq û hukukê Kurda dixwazin heger ew çepê Tirka bi we re rastin çima ji vê kelîma Kurd û kurdîtî acizin? Demekî nerastin henekê xwe bi we dikin vî gelê me asîmîle dikin bîşaf dikin. Lawo we dayê dûv sosyalîzmê ma sowyet ne sosyalîzim bû, du milyon Kurd li sowyetê bûn ka çi kîrê xwe da wan Kurda? Kurd hemû kirne vargonê tirêna reş du miha bi rêde birin dora Sibîrya nîvî ji wan di fargonê tirênê de mirin, ê man avêt wan çola ji wan qeran ha sozyalîzma we wilo li Kurda kir! Lê mixabin hûn ber xwe nakevin dîsa dizîvirin diçin tirya xwe li ber eynî kûçik eynî dijmin dihejênin. Bese bes ma heta gengî?


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020