KURDİSTAN TIM BIHARE

Dîrok: Gelarêzan 1, 2023, 7:11

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 630

KURDİSTAN TIM BIHARE

. KURDÎSTAN  TIM  BIHAR E

Erê Kurdîstan e  û her  tim bihar e,
Bo çî  ê min  ne cîye û ne jî  war e.

Xweda  Kurdîstan gelekî  xweş  xemiland,
Bi çol û çiya, çem û kahnî  kemiland.

Erê hem  kemilî  û  gelek  xemilî,
Min dît dijmin zeft  kir, bû barê  vî dilî.

Merev  li ax û av  biner  bê qusûr e,
Bo neyar  bûhuşt e,  bo me dojehek kûre.

Ma çawan sebra va Kurda tê bê dengin,
Bo çî her  yek bi alîkî,  ne yek rengin.

Li wan binere dijin  bi belengazî,
Ji êş û jan her dikin hewar û gazî.

Hemî jî  ji aqlê xwe qewî razîne,
Di nava xwe de qaymaqam û walîne.

Halbikî  tevan  hem cahîlin  û  dêhnin,
Nikarin  du peyvan baskî  hevde bênin.

Tevan bê aqilin û bê ser û berin,
Ji wilo ji wê eksa xwe na vegerin.

Her û her ew li bazara dikin zerar,
Na fikirin bo çî tim zerar, nabê kar.

Ew Kurdîstan a rengîn û dijmin dixwin,
Li hev divegerênin ser û tevî bin.

Na bêjin bavo mane  welat ê mebû,
Ev cîyê  bav û kal û papîrê me bû.

Ku tevan ban hev  bikin heta Serheda,
Ew jî wê bibin camêr  wekî  mileta.

Tevan bakin hevdû keç û kur jin û mêr,
Wê bibin  xwedî  aqil û pere û zêr.
Emê hingî  bistînin Kurdîstana xweş,
Derkev  zozanê  jor  gul û çîçekê  geş.

Eva  kahnîya  wekî  ava heyatê,
Wek  bûhuşt ê,  ne pirse pira selatê.

Her  tim bi gerin bikin govend û dîlan,
Ji Meletê heta ku bighê Hemedan.

Bela tev me nas bikin Ereb û Tirk,
Wana  dahf din herdû rexa bikine firk.

Ku me ax û ava xwe ji dest  wan derxist,
Wê bimênin berçî gavê wan bibin sist.

Wê hingî zilam ji me re bibne qeraş,
Jinik wê  lavlav bikin bo bibin qerwaş.

Bi  zimanê Kurdî şîrîn û dolemend, 
Binvîse pirtûkê xweş weki rez û bend.

Edebîyat û felsefa xwe bide pêş,
Faris, Tirk, Ereb li ber me bibin wek mêş.

Berê jî  ev ne ti gûbûn, bûne paşa,
Wan bide pey kerê berê wan bid aşa.

Wan rabirdû û dîroka tev derxe der,
Bela guhê dijmin çeqel bibin wek ker.

Erbab,  laîq  ê meye  em bibin rêber,
Çawan ev dused salî me bikne rêncber.

Bese heta kengî  hûnê  bikin hewar,
Serkundir  bes nede dûv xaînê xwînxwar.

Ma qey hûn bi çavê xwe xaîn nabînin,
Bê çi ecêba  bi serê gelde tînin.
Bêje, ku ne Kurdîtî bê qebûl nakim 
Ezê wan xapandinê wan  tevî rakim. 21.9.2023.Dilciwn.
38.RO BI RO DERDÊ MIN GIRAN DIBÊ!


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020