MANTIK

Dîrok: Sermawêz 31, 2023, 7:09

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 411

MANTIK

MANTIK SÊWIRÎ Û HELWESTÊ GELÊ KURD LEWAZIN. Ku hinekan tiştekî xweş gotın û li hev pêçan û xemilandin, xweş dibêjin: “Emê wisa kin, emê halo kin gelê Kurd di cîde yeqîn dikê. Kêl û bêjing nakê ka ev tiştê dibêjin wê çêbibê an na, aqil qebûl dikê an na? Hinek karin bêjin emê we tevan bine bûhuştê werin, bidin dûv me. Ma hema hûn jî yeqîn kin û bidin dûv wan ev nabê, nabê! Hınek bêjın emê temamê dinyayê bikin sosyalîst û heqê we Kurd jî wê bighê we, hema yeqîn dikin. Erdoxan di hilbijatinê de % 52 sitandin dîse jî nikarê wan qanunê Kemal û CHPê bûgherê. Heger ku karîba bigherê wê li gorî xwe guhert ba ne, lê nikarê. Divê ku ji % 67 bistênê heta ku karibê qanûna bi guherê. Îca HDP ji % 8 distênê dibêjê ezê qanûna biguherim ezê sosyalîst demokratîk çêkim! Gotinekî pêşîya heye dibêjin, ê ku dibêjê belkî dîne, ma ê ku dihisênê jî î dîne? Ev çil salî dibêjê ezê demokratîk çêkim ka ser vê mijarê xiramek jî pêş de çûye? Yaho meşrû hekê me heye ku van Tirka welatê me zeft kirine, hebûna me înkar kirine, zimanê me qedexe kirine, doza me dîyare vê dozê nakin dawene belevajî dikin. Vî miletî diçêrênin û ji berve wan asîmle dikin! Bese bes îdî bese. Ev milet gunehin, feqîrin, belengazin, sîyasetê nizanin. Xwe sipartne we îrada xwe dane destê we, belkî bawerya we bi Xweda tune ma hûn ji însana fedî nakin heger hûn nûnerê Kurda ne pêwîra xwe saxlem bikin, dawa heqê Kurd bikin. Tiştkê belevajî heqê Elawîya û heqê jinika û însan heqlerî îro ew dawa ne a we tenê ye, bela Tirk wê dawê bikin ne hûn. Ka we çi ji xwe re û gelê xwe re standiye heta ku hûn dawa heqê hinek din dikê. We desmal li ser çavê gelê Kurd girêda û berê wan didine Bahra Reş û bê binî yeter artık yeter. Dürüst olun bukadar aldatma olmaz.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020