Helbet ez béjım

Dîrok: Rezber 30, 2023, 6:58

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 115

Helbet ez béjım

 EWÊ KU RASTIYÊ QEBÛL NAKIN DIXEYÎDIN BELE SERÊ XWE LI DÎWARA XIN. WÊ DAWÎ EW RASTÎ DERKEVÊ HOLÊ TÊ BÊ ÇI?

Ewê ku zerar û zîyanê didine min û gelê min û welatê min. Ezê fêlê wan genî û xapandina gel  ezê bêjim. Kî haşt û kî xeyîdî bela bixeydin hata ku qolincî bibin û bimrin. (Ewê ku welatê min vala bikê û xortê me bikê Tirk asimle û bîşaf bikin) ez dua dikim ku Xweda belake pîs nexweşîke bê derman bi wakevê!  Ev gel bi piranî serkundirin bê mîjî ne, kî çi ji wan re bêjê bawer dikin.
Erê lawo belkî bawerîya we bi Xweda tune hûn ji Xweda natirsin, ma hûn ji însana jî fedî nakin, hûn vê xaîntîyê li vî gelî dikin. Ma hûn ji Tirka, ji Ereba, ji Ecema, hûn natienin ku ew hewqas li milletê xwe bi xwedî ne, hûn xwe û miletê xwe bi çend diravan difroşin. Wey tufû li wî ku xaîntîyê li gelê xwe û welatê xwe dikin. Ne şerm û ne fedî em dibînin lawo em dibînin herkes  ne serkundire. 
Serkundirler hema ewê ku rexne û pêşnîyar û şîrove qebûl nekirin hûn zanibin ku ew bi we re ne rastin, we dixapênin. Wexta ku hûn dibînin ku ew ne rast dimeşin hûn bê dengin û bi wan re dimeşin ferqa we û wan xaîna tune. Hûn dibine arîkar tu jî bûyî ew.  (Welatê bê ziman, bê kultûr, bê nasneme) ezê çi bikim ji wî welatî? Wey nalet li vî karî û vî xebatî. 

Me di kujin, zîndan dikin, koçber dikin, talan dikin, bê hisyet dikin, û dawî me dikin Tirk!  Hey hewara li van berdoş û ewara bûne pale ji bo neyara. Ewê ku bi zimanê xwe naxînin tabî nabê Kurd. Ne ziman û ne kultûr ne dîrok û ne rabûrdû ma wê çawan bibin Kurd?  Xaîn millet hûn zarwê xwe di mala xwe de bîşaf dikin wan dikine Tirk li alyê din dibêjin em nunerê Kurdane, em Kurda diparêzin. Bese lowo bese.  
Wexta tu bi zimanê min nizanê ez û ji hev fêm nakin tu çawan nûnertiyan min dikî ka tuwê çawan mafê min bixwazê? Tu rabirdû û dîrok û keltûr û çand û nexşeya min nizanê ka tê çi heqî, çi mafî ji min re bixwazî?  6.8.2023. Dilciwan        





   



     



Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

DERDÊ VÎ GELÎ GIRANE

DERDÊ Vî MiLETî GELEK ZORE “yekî rêwingî bi rêde diçû giha    

Gelarêzan 11, 2023

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

KURD SERKUNDIRIN

KURDÊ SERKUNDIR! Kurd serkundirin kundirê valaye. Ji %80 serkundirin. Merev li kundir meyze dikê wisa    

Sermawêz 14, 2023